PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew dê îro bi Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re bi berfirehî li ser rewşa Idlibê biaxive.
Erdogan ragihand ku ew dê îşev li demjimêr 18:00 bi pêwendiyeke telefonî rewşa Idlibê bi Pûtîn re gotûbêj bike.
Serokomarê Tirkiyê bal kişand ser ku şerekî dijwar dewam dike di navbera muxalîfan û rejîmê de û 2 leşkerên wan jî hatine kuştin û diyar kir ku têkoşîna wan li wir berdewam dike.
Erdogan da xuyakirin ku wê hevdîtina wî ya ligel Pûtîn helwesta wan diyar bike û got, ew ji Idlibê venakişin ji ber ku pêleke mezin a 1 milyon koçberan bi ser wan de tê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin