PeyamaKurd – Bi sedema zêde berf bariya, li bajarê Sêrtê li navça Perwariya rêyên 15 gundên bi ser koma Geçittepe ji ber berfê hatin girtin. Geçittepe dikeve nava grûba Çiyayê Herekolê û ji Sêrtê 90 km dûr e.
Tîmên vekirina rên yên rêvebiriya taybet dest bi vekirina rê kirin lê rayedar ragihandin ku bo kes di rêde nemîne lastîkên xwe yên berfê, zencîr bi wan re be û rêya tê de herin divê bizanibin. Barîna berfa li herêmê bi navber dewam dike.