Yekşema borî balafira Îranê ya ji Tehranê bi hewa ketibû û li çiyayê başûrê bajarê Esfahanê ketibû, heya niha kes nikaribû xwe bigihînê.
Balafira ku 66 kes tê de jiyana xwe dabûn, îro hat dîtin. Ragihandin ji aliyê berdevkê Parêzvanên Şorişa Îranê, ji aliyê Remezan Şerîf de hat kirin. Şerîf agahiyê di televizyona dewleta Îranê IRINNê de da.
Şerîf got ku bi rêya helîkopter û balafirên bê mirov ciyê balafirê tesbît kirine. Balafir li bilindahiya 4 hezar metreyan hatiye dîtin û tîmên rizgarkirinê bo deverê hatine şandin.
Îran, berê alîkariyê ji welatên Çînê û Yekîtiya Awrûpayê xwestibû da bi rêya satalaytê, ciyê enkaza balafirê tesbît bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin