Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê: Di hilbijartinan da 4 kes mirin

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê: Di hilbijartinan da 4 kes mirin

PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihand ku di hilbijartinan de 310 bûyer qewimîne, 2 jê roja hilbijartinan, heta vê kêlîyê (saet 15.00) 4 kesan jîyana xwe ji dest dane.

Di daxuyanîya wezaretê da hatîye gotin, “tevî bergirîyên emnî û ewlehîyê di hilbijartinên herêmî da heta niha 4 kesan jîyana xwe ji dest dane ku 2 kes jê roja hilbijartinê li Meletîyê jîyana xwe ji dest dane.”.

Hêjayî gotinê ye ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, gel ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî îro çûn ser sindoqan. Dengdanê li bajarên Bakurê Kurdistanê ji saet 07:00an dest pê kir û saet 16:00an bi dawî hat û cudakirin û hejmartina dengan dest pê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin