PeyamaKurd - Li paytexta Îranê Tehranê, teqînek mezin çêbû.
Li gor nûçeya çapemeniya Îranê, teqîn şeva borî 09.07.2021ê li Parka Mîlet a li bakurê Tehranê pêk hatiye.
Cîgirê Hakimê Tehran yê Karûbarên Leşkerî Û Ewlehiyê Hemîd Gudezî ji çapemeniyê re diyar kir: ‘‘Dest bi lêkolîna teqînê kirine, ku bizanin sedemê teqînê çi ye û dema ku sedem diyar bûn dê encamên wê jî eşkera bikin û dê ragihînin teqîn terorîstiye yan na.
Ajansa Fars destnîşan kir, teqîn gelek bihêz bûye û dengê teqînê li piraniya navçeyên Tehranê hatiye bihîstin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin