PeyamaKurd – Balafirên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê li bajaroka Hewîce ya Kerkûkê, pêgehên rêxistina terorîst DAIŞê bombebaran kir.
Hat ragihandin ku di encama bombebarana li nehiya Reşad a Hewîceyê de 4 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Berpirsê Polîsê Hewîceyê Fetah Mehmûd piştrast kir ku di bombebaranê de li gorî agahiyên destpêkê 4 DAIŞî hatine kuştin ku beriya êrîşa Îro jî doh bi êrîşeke helîkopterên Iraqê li heman herêmê 2 DAIŞîyên din hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin