Piştî 6 mehan di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de balafirên sivîl derketine rê.
Balafira pêşî ji Stenbolê rabû û berê xwe da Hewlêrê.
Ji ber referandûma 25ê Êlûnê, Tirkiyê rêhewaya xwe ji ber balafirên Kurdistanê girtibû û heta duh jî ev rêhewa girtî bû.
Welatiyê Kurdistanê ji ber vê geşedanê gelekî memnûn bûn.
Welatiyekî bi navê Brahîm Xelîl di derbarê vekirina rêhwayê de memnûniyeta xwe nîşan da û wiha got: Serê sê çar mehan carekê ez û malbata xwe têne Stenbolê. Em dixwazin ji xwe re li van deran bigerin. Bi rastî jî ev baş çêbû. Ev çend heyv in me nikarîbû here û were. Niha rewş gelekî baştir e.
Welatiyeke bi navê Bihar jî wiha got: Ez jî bi kufletê xwe re hatime Stenbolê. Ev geşedan baş bû, em memnûn in. Em naxwazin bi miletê cîranên xwe re, ne li hev bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin