PeyamaKurd – Ajansa Fermî Dewleta Sûriyê SANAyê ragihand ku artêşa Sûriyê piştî ku derbasî nav Kobaniyê bû, ala Sûriyê li sînorê Tirkiyê hilda.
Li gorî dîmenên SANAyê belav kirine, tê dîtin ku leşkerên Sûriyê ala Suriyê li ber deriyê ketina Kobaniyê û sînorê Tirkiyê hildidin. Beriya niha jî ji aliyê rejîma Sûriyê ve daxuyanî hatibûn dayîn ku wan kontrola Kobaniyê xistiye destê xwe.
Piştî rêkeftina bi HSDê re, rejîma Sûriyê ji bo parastina sînoran ji êrîşên Tirkiyê hêz şandibûn çend deverên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê ku Kobanî jî yek ji wan deveran bû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî di pêwendiyeke telefonî de soz dabû Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ku Tirkiye dê êrîşê Kobaniyê neke, lê doh li çend gundên dorûbera Kobaniyê çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê êrîş biribûn ser hêzên Kurd û rejîmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin