Reqa | Ji HSD Hevpeymaniyê operasyona DAIŞê: 4 kes hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Reqa | Ji HSD Hevpeymaniyê operasyona DAIŞê: 4 kes hatin girtin

PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ragihand ku hêzên wan li gundewarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 çekdarên DAIŞê û 2 hevkarên wan girtin.

HSDê diyar kir ku hêzên wan bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî, li deverên Hemrat û Cedîde yên gundewarê Reqayê, li dijî komek çekdarên DAIŞê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn.

Hate ragihandin ku di operasyonê de çekdarên bi navên Ebdulcebar El Ubeyd El Siwadî û Mehdî Şenan El Ebdelah û 2 kesên  bi navê Ebdul Îlah El Siwadî û Mihemed El Ebd El Ziyad, ku pişgiriya wan dikirn, hatin girtin.

HSDê eşkere kir, di lêpirsînên destpêkê de, çekdarên hatine girtin li xwe mikur hatin ku ew endamên DAIŞê ne, bi rêya têkiliyê bi şaneyên din re beşdarî çalakiyên terorîstî li herêmê bûne, herwiha beşdarî êrîşên li dijî xalên leşkerî û hewldana pêkanîna sûîqestan bûne.