PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayê kirîna genim wekî 17 centi dolarê amerîkî diyar kir.
Rêveberiya Rojava îro bi biryarnameya 62yan bihayê kirîna genim diyar kir ku hat gotin, wê kîloya genim bi 17 centan ji cotkaran bê kirîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ev cara sêyem e bihayê genim tê diyarkirin ku ew jî ji ber ketina nirxê lîreyê Sûrî li beramber dolar, cotkaran ji bo zirar nekin daxwaza bilindkirina bihayê genim dikirin.
Li gorî vê biryarê wê genim bi lîreyê Sûriyê, lê li gorî nirxa 17 centên dolarê Amerîkî bê kirîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin