Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê: Hejmara gistî ya nexwesên li Hewlêrê eskere kir

Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê: Hejmara gistî ya nexwesên li Hewlêrê eskere kir

PeyamaKurd - Rêveberiya tenduristiya Hewlêrê ragihand, heta niha bi giştî 168 kes li Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketine ku 40 kes ji wan baş bûne.

Berdevkê rêveberiya tenduristiya Hewlêrê, Dr. Bijar Mûsa got, bi giştî heta niha 168 kes li Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketine ku 40 jê baş bûne û 128 kesên din jî di bin çavdêriyê de ne.

Li gorî nûçeya Basnewsê, Dr. Bijar Mûsa her wiha got, duhî berkeftiyekî Koronayê baş bû ku nexweşiya wî ya penceşêrê jî heye. Bi giştî em di kontrolkirina Koronayê de di qonaxeka baş de ne, ev jî ji ber pêbendbûna welatiyan bi şîretên tenduristiyê ye.

Berdevkê tenduristiya Hewlêrê hişyarî da û got, lê eger welatî pêbendî şîretên tenduristiyê nebin, dîsa metirsiya zêdebûna vîrusê heye. 


Li Silêmaniyê jinekê ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

Hejmara kesên bi koronayê ketine ji milyonek û 700 hezarî borî

Li Amerîkayê hejmara kesên bi koronayê ketin ji nîv milyonî zêdetir bû

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin