PeyamaKurd – Rêveberiyê Xweser a Rojava radigihîne ku di mijara rêkeftinên rawestandina şer de divê Rusya roleke çalaktir bileyîze.
Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihandiye, Tirkiya pabendî rêkeftinên rawestandina şer nebûye û di êrîşên xwe de bo ser rêya navdewletî û Eyîn Îsa û Til Temir berdewam e.
‘Moskowa jî dizane êrîşên Tirkiya yên li wan navçeyan ne di çarçoveya rêkeftinê de ne’
Rêveberiya Rojava, daxwaz ji Rusya dike ku lêkolînê di kiryarên Tirkiya de bike, ku bi gotina wê, Moskow bi xwe jî dizane êrîşên Tirkiya yên li wan navçeyan ne di çarçoveya rêkeftinê de ne.
Rêveberîya Xweser berisiva Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî dide û dibêje ew her dem di destpêkirina gotubêjan de cidî bûne û bang li Rûsyayê dike ku li gel rejîma Sûriyê pêwîste Rusya roleke çalaktir di wê derbarê de bileyize.
‘Di helwesta me de tu guhertin çênebûye’
Rêveberîya Xweser herwih di daxuyaniya xwe de tîne ziman ku bi mayîn hêzên Amerîkayê li Sûriyê helwesta wan nehatiye guhertin û di mijara gotubêjkirinê de helwesta wan her wekî berê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin