Rêvebiriya koçberan ya bajarê Wan ê koçberan disîne Afxanistanê

Rêvebiriya koçberan ya bajarê Wan ê koçberan disîne Afxanistanê

PeyamaKurd – Koçberên Afxanî yên di rêya qaçax de derbasî bajarê Wan ê bûne, rêvebiriya koçberan ya bajêr wan dişîne welatê wan Afxanistanê. Rêvebiriya koçberan piştî ewraqên wan temam dike, wan bi balafiran dişîne û qefla yekem hat şandin. Di vê şanda koçberan de 408 koçberên Afxanistanî hene. Bi balafira yekem 136 koçber hatin şandin. 272 koçberên mayî wê roja 8 ê temmûzê bi balafirên charter bên şandin welatê wan.

Rêvebiriya koçberan pêdiviyên koçberan temin dike, kontrola wan ya tenduristiyê dike û bi otobusan wan dibe balafirgeha Ferit Melen ya bajarê Wanê û ji wir wan dişine Afxanistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin