Rewsa dawî ya Covid-19: 19 wefat û 1236 pêketiyên nû hene

Rewsa dawî ya Covid-19: 19 wefat û 1236 pêketiyên nû hene

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya îro 23yê îlonê ya rewşa vîrusa koronayê de ragihand, 1236 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1236 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 286 kes li Hewlêrê, 574 kes li Silêmaniyê, 278 kes li Duhokê, 30 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê û 23 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 6 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Helebceyê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1063 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 350 kes li Hewlêrê, 401 kes li Silêmaniyê, 201 kes li Duhokê, 25 kes li Helebceyê, 67 kes li Germiyanê û 19 kes li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 323712 kesan, ya mirinan bû 5764 kes û heta niha 289700 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin