Rewsa dawî ya Covid-19: 952 pêketîyên nû û 12 mirin hatin tomarkirin

Rewsa dawî ya Covid-19: 952 pêketîyên nû û 12 mirin hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 952 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, 952 kesên bi vîrûsa koronayê ketine 199 kes li Hewlêrê, 304 kes li Silêmaniyê, 389 kes li Duhokê, 10 kes li Helebceyê, 43 kes li Germiyanê û 7 kes jî li Raperînê ne, 12 kesên can dane jî 2 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û kesek li Germiyanê ye.

Wezaretê eşkere kir ku 791 nexweş jî baş bûne ku 119 kes li Hewlêrê, 327 kes li Silêmaniyê, 259 kes li Duhokê, 8 kes li Helebceyê, 58 kes li Germiyanê û 20 kes jî li Raperînê ne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 144675 kesan, ya mirinan bû 3932 kes û heta niha 121164 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin