PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Elektrîka Silêmaniyê Enwer Heme Seîd, ji bo şopandina rewşa torên elektrîkê piştî pêla baranê û dabînkirina pêdiviyên teknîkî, serdana qezaya Çemçemalê kir.
Di vê serdanê de, Rêveberê Giştî bi Qaymeqamê Çemçemalê û berpirsên îdarî re civiya, herwiha serdana Rêveberiya Belavkirina Elektrîkê û beşa çaksaziyê ya nahiyeya Tekyeyê kir.
Rêveberiyê ragihand ku tîmên wan li hemberî metirsiya lehiyê di amadebaşiyê de bûne. Niha rewşa elektrîkê li navenda navçeyê asayî ye. Bi tenê li çend gundan, ji ber ku baranê zirar daye rêyan û tîmên çaksaziyê nikarin derbas bibin, hîn pirsgirêk nehatine çareserkirin.
Di dawiya serdanê de, kelûpel û parçeyên yedek ên pêwîst ji bo torên elektrîkê yên herêmê hatin dabînkirin.