PeyamaKurd - Sekreterê Encumena Navendî û avakerê qedîm ê YNKê Adil Murad li Almanyayê tê dermankirin û rewşa wî giran e.
Malpera resmî ya YNKê ragihand ku Adil Murad li Almanyayê tê dermankirin û rewşa wî ne cîgir e.
Ji ber ku rewşa wî ne xweş bûbû ew rakiribûn Almanyayê bo dermankirinê. Di malperê de îdîayên mirina Adil Murad hatin redkirin û hat diyarkirin ku rewşa wî xerab e lê nemiriye.
Adil Murad yek ji damezrînerê YNKê ye û xwedî cihekî taybet e di vê partiyê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin