PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bekayî da xuyakirin ku Destûra Iraqê çərçoveyeke qanûnî ji bo hemû pirsgirêkên siyasî û nakokiyên navxweyî yên li welat diyar dike û hêvî xwest ku nakokiyên di navbera PDK û YNKyê de û her wiha pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeha destûrê werin çareserkirin.
Di civîna çapemeniyê de ku îro hate lidarxistin, Îsmaîl Bekayî bersiva pirsên nûçegihanê ajansa fermî ya Îranê da û derbarê pêwendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê de nirxandin kirin.
Bekayî bal kişand ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û got: "Em hêvîdar in ku cudahiyên dîtinê yên di navbera wan de û her wiha pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de bigihêjin qonaxa çareseriyê."
Bekayî her wiha destnîşan kir ku Destûra Iraqê bi awayekî zelal nîşan dide ku pirsgirêk çawa bên çareserkirin û anî ziman ku destûra welat ji bo çareserkirina hemû mijarên nakok zeviyeke herî baş e.