Ji CENTCOMê daxuyaniya pêla nû ya êrîşên ser Îranê

Ji CENTCOMê daxuyaniya pêla nû ya êrîşên ser Îranê

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, saet 01:00ê şevê wan dest bi pêleke nû ya êrîşên asmanî li ser navendên leşkerî yên li nav axa Îranê kiriye.

CENTCOMê piştî demekê jî eşkere kir ku şeva 8an a êrîşên ser Îranê bi lêdana gelek armancên leşkerî û binesaziya Îranê bi serkeftî hatiye bidawîkirin.

Hat diyarkirin ku armanca vê operasyonê, lawazkirina şiyana Îranê ya li ser keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmizê û sizakirina Supaya Pasdaran e ku berpirsê êrîşeke berê ya li Urdunê ye ku tê de 2 leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin.

Beriya van bomberanan, Rêberê Dînî yê Îranê Mucteba Xamineyî hişyarî dabû Washingtonê ku dê Amerîka baca hewldana berfirehkirina şer bide û îmzeya Trump wekî bêqîmet pênase kiribû.

Li aliyê din Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth diyar kir ku ev qurbanîdan vîna wan a şer xurttir dike.