PeyamaKurd - Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di van operasyonên hewayî û deryayî de balafirên şer, dron û keştiyên leşkerî yên Amerîkayê hatine bikaranîn û di vê çarçoveyê de navendên çavdêriya serbazî, binesaziya lojîstîk, embarên çekan ên bin erdê û hêzên deryayî yên Îranê bi tundî hatine lêdan.
CENTCOMê destnîşan kir ku ev operasyon li gorî fermanên Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo lawazkirina şiyana leşkerî ya Tehranê hatine birêvebirin û piştî van bomberanan li bajarên wekî Bûşehr, Keşm û Sîrîkê dengên teqînên mezin hatine bihîstin.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin ku ew dorpêça deryayî ya ku li dijî Îranê hatiye destpêkirin bi awayekî tundtir didome daku rê li ber her cûre liv û tevgerên deryayî yên Tehranê bigirin.
Rêveberiya leşkerî ya Washingtonê ragihand ku zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkî yên ku li seranserî Rojhilata Navîn hatine bicihkirin, di rewşa amadehiya herî bilind de ne.