Rêya Kerkûk-Silêmaniyê hat girtin: Bi dehan barhilgir asê man

Rêya Kerkûk-Silêmaniyê hat girtin: Bi dehan barhilgir asê man

PeyamaKurd - Ji şeva borî ve hêzên federal ên Iraqê xala kontrolê ya Daremanê ya li ser rêya Kerkûk – Silêmanî û Kerkûk – Hewlêrê li pêşiya çûnûhatinê girtine.

Ji ber vê rawestandinê, bi dehan barhilgir û otomobîlên taybet li li wir asê mane û çûnûhatina di navbera bajaran de sekniye.

Şofêrên barhilgiran ragihandin ku ji demjimêrên zû yên berbangê ve li wir rawestiyane û ti desthilatek bersiva wan nade. Şofêran destnîşan kir ku di navbera hêzên Polîsên Federal û Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê de ti hevahengî nîne û ev girtina rê ku hema hema bûye pirsgirêkeke heftane, zirareke mezin dide kasibî û jiyana wan a rojane.