PeyamaKurd - Di çarçoveya rêkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Şamê de ku 29ê Çileyê hatibû îmzekirin, piştî çend salan tevgera wesayîtan li ser rêya navneteweyî (M4) ya ku herêma Cizîrê û Helebê bi hev ve girê dide bi qismî dest pê kir.
Li nêzî gundê El Tewîla yê li rojavayê bajarê Til Temirê, xalên kontrolê ji nû ve hatin bicihkirin û rê ji bo otomobîlên taybet, kamyonên barhilgir û otobusên rêwiyan hat vekirin.
Hate diyarkirin ku ev gava girîng piştî hevkariya di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û berpirsên ewlehiyê yên herêmên Cizîr û Helebê de hat avêtin ku armanc vegerandina xizmetguzariyê û misogerkirina ewlehiya rêwiyan e.
Xelkê herêmê û rêwiyên ku rêya M4 bikar tînin, kêfxweşiya xwe bi vekirina vê rêya stratejîk anîn ziman.
Hêjayî gotinê ye, piştî nêzî 4 salan bi vekirina rêya M4 re deverên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji Helebê heta Şamê bi hev têne girêdan. Tê çaverêkirin bi pêngavê re bazirganiya herêmê jî pêşve biçe.