Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê protestoyên dijî bihabûnê

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê protestoyên dijî bihabûnê

PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û gelek deverên Sûriyeyê, li dijî bilindkirina nirxên sotemeniyê pêla nerazîbûnan berfireh dest pê kir û li gelek cihan rê hatin girtin.

Li gundê Girê Hokan ê girêdayî Girkê Legê, xelk daketin kolanan, bi şewitandina tekeran rê li pêşiya tevgera tankerên petrolê girtin. Çalakiyên bi vî rengî li başûrê Hesekê û li bajarokê Til Temirê jî hatin lidarxistin.

Her wiha li parêzgehên wekî Reqê û Dêra Zorê jî xwepêşandan hatin kirin û di navbera welatî û hêzên ewlehiyê de li hin cihan alozî derketin. Ev xwepêşandanên berfireh piştî wê yekê çêbûn ku nirxên sotemeniyê li seranserê welat bi rêjeya ji sedî 20 heta 40î hatin bihakirin.