PeyamaKurd – Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, şerê çekdarî di navbera du malbatan de bi sedema neparvekirina erdan derket û di encamê de, 2 kesan can dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, li Taxa Erler a navçeya Kaniya Xezalan du malbatan bi sedema neparvekirina erdan bi çekan êrîşî hev kirin û dii encama şer de, 5 kes jî birîndar bûn.
Herwiha hat diyarkirin, her 5 kesên ku di şer de birîndar bûne bo nexweşxaneyên Riha û Kaniya Xezalan hatine veguhestin, lê 2 kesên bi nave Omer Faruk K. û Faruk K. ligel hemû midexeleyan can dane.
Li gor agahiyan, 3 kesên birîndar hê jî li nexweşxaneyê tên dermankirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin