PeyamaKurd – Li navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ya Rihayê li dijî kargeh û malekê êrîşa çekdarî pêk hat.
Li gorî ku hat ragihandin, li Taxa Ataturkê li Kolana Stasyonê, kargeh û mala YGyê rastî êrîşa çekdarî hat. Tevî ku di bûyerê de tu kes birîndar nebû, lê xisar li kargeh û malê bû.
Ekîbên polêsan li ser îxbarê hatin cihê bûyerê û ji bo girtina gumanbar dest bi xebatê kirin.
Ji aliyê din ve kêliya êrîşa çekdarî ji aliyê kameraya ewlehiyê ya kargehê ve hat tomarkirin.
Di dîmenan de tê dîtin ku gumanbar di wesayîtê de tê ber kargehê, bi çekê gulebaran dike û wesayîta ji wir bi dûr dikeve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin