Riha | Taxek û 5 avahî hatin karantînekirin

Riha | Taxek û 5 avahî hatin karantînekirin

PeyamaKurd - Li bajarê Rihayê bi derketina testên pozîtîf ên koronayê re, taxek û 5 avahî hatin karantînekirin.

Parêzgariya Rihayê ragihand, li bajarokên Pirsus, Eyyubiye, Karakopru û Wêranşarê testa koronayê ya hinek welatiyan pozîtîf derketiye û ji ber wê jî biryar hatiye dayîn; gundê Agirtaş ê navçeya Pirsusê û 5 avahiyên li taxên Suleymanşah, Osmanli yên Eyyubiye, Taxa Dogukent a Karakopru, taxên Yenîşehir û Kişla yên Wêranşarê 14 rojan bên karantînekirin.

Herwiha li Rihayê karantîneya 7 avahiyên li Siwêregê, Eyyubiye, Halîliye û Karakopru û kargeheke tekstîlê ya li navçeya pêşesazîyê jî bidawî bû.

Heta niha li gorî amarên fermî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 163 hezar û 103 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 4 hezar û 515 kes pê mirine û 126 hezar û 984 kes jî ji koronayê baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin