ISÎDê Kurdekî sivîl revandin û kustin!

ISÎDê Kurdekî sivîl revandin û kustin!

PeyamaKurd- Li Kurdistana Başûr li navçeya Mexmûrê ya girêdayî Hewlêrê, li herêma ku di bin qontrola Heşdî Şebî de ye IŞÎDê Kurdekî sivîl revandin û kuştin. Laşê wî jî avêtine çolê.  

Vê sibehê li Mexmûrê li erdeke vala, laşê zilamekî hate dîtin. Hat ragihandin ku ew laş eydê wî kesê ku berî niha bi du rojan hatibû revandin e.

Di derbarê bûyerê de qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed daxuyaniyek da û got welatiyê bi navê Mecîd berî niha bi du rojan ji aliyê IŞÎDê ve hatibû revandin. Bi telefonê bi malbata xwe re axivîbû. Vê sibehê hatiye kuştin û laşê wî avêtine ber gundê Keleşînê. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Mexmûr bi qasî 60 km.yî nêzîkî Hewlêrê ye û di nava Herêmên Kurdistanî yên ku li derveyî Herêma Kurdistanê mane de ye. Nufûsa wê piranî ji Kurdan pêk tê.

Piştî bûyerên 16ê Cotmehê herêm ji destê pêşmergeyan derket û kete bin qontrola Heşdî Şebiyê de û ji wê rojê û vir de, êrîşên IŞÎDê her roj zêde dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin