PeyamaKurd – Li Tirkiyê, parêzer Ebru Tîmtîk a ku bi tohmeta ‘endamtiya rêxistina terorê’ hatibû girtin û bo dadgehkirinek biedalet 238 roj bû di greva birçîbûnê de bû, do êvarî, roja Pêncşemê wefat kir.
Li gor medyaya Tirkiyê, ji ser zarê berpirsên Buroya Hiqûqê ya Gel belav kiriye Ebru Tîmtîk ku 238 roj bû di gireva bircîbûnê de bû li Nexweşxaneya Sadî Konuk a Bakirkoyê wefat kiriye.
Di daxuyaniya ji aliyê wê buroya navborî ve hat belavkirin de, Ebru Tîmtîk bi daxwaza darizandineke dadperwer ev 238 roj bûn di greva bircîbûnê de bû û hat diyarkirin ku wê parêzerê roja pêncşemê li nexweşxaneyê wefat kiriye.
Malbat, kesûkar û hevalên Ebru Tîmtîk çend amaje bi wê dikirin, ku rewşa wê parêzerê roj li pey rojê xeraptir dibe û daxwaz dikirin ku demildest bê azadkirin.
Parêzeran jî do li ber Baroya Stenbolê daxuyaniyek belav kiribûn û ragihandibûn, Ebru Tîmtîk gelek lawaz bûye û ji 90 kîloyan daketiye 38 kîloyan û herwiha gotibûn, “Derdê we li gel Ebruyê çi ye? Ji ber ku me îşkencên we aşkere kirin, me parêzeriya mezlûman kir. Ji ber ku me parêzeriya çîna karkeran, gelê Kurd kir. Ji ber hindê em hatin desteserkirin. Em dê bêdeng nebin û em dê li ber xwe bidin.”
37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê roja 20ê Adara 2019an Ebru Tîmtîk jî di nav de bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê” bi giştî 159 sal cezayê zindanê li 18 parêzeran birî.
Herwiha Parêzer Aytaç Unsal ku derbarê wî de jî 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn, ev 206 roj in di greva bircîbûnê de ye.
Ew herdu parêzer piştî xerabbûna rewşa tendirustiya wan bo nexweşxaneyê hatibûn veguhastin û Tîmtîk do li nexweşxaneyê wefat kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin