Ji bo axaftina Erdogan Zelanda Nû berê xwe dide Tirkiyê

Ji bo axaftina Erdogan Zelanda Nû berê xwe dide Tirkiyê

PeyamaKurd - Erdogan êrîşî hikumeta Zelendayê Nû kir.. Zelendaya Nû  jî biryar da şandeyekê bişîne Tirkiyê.

Serokwezîra Zelendaya Nû Jasinda Ardren îro ragihand ku wê wezîrê Karên Derve û cîgirê serokwezîrê Zelendayê Nû biçin Tirkiyê.

Piştî êrîşa terorîst a ku li ser 2 mizgeftên Zelendaya Nû  pêk hatin, êrîşker hat girtin.

Erdogan dixwaze tiştê ku li Zelendaya Nû qewimiye di propagandaya xwe ya hilbijartinan de bi kar bîne.

Serokê AKP’ê ragihand ku eger Zelenda ya Nû  tiştekî der heqê êrîşkar de neke, Tirkiye wê wî darizîne.

Axaftina  Erdogan, hikumeta Zelendaya Nû  bi hêrs kir.

Lewra serokwezîr Ardren xwest ev yek were zelalkirin.

Serokwezîrê Awstralî jî ji sefîrê Tirkiyê xwest ku axaftinên Erdogan ji navgînên ragihand inê yên fermî rake.

Her wiha welatiyên xwe hişyar kir û got: Êdî bila ti kes neçe Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin