PeyamaKurd - Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) îro bi mijara Sûriyê dicive.
Çav li rê ye Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY yê ji karûbarên Sûriyê berpirs, Geir Pedersen di civata giştî de, rapora xwe pêşkêş bike.
Hat zanîn ku rapora nûnerê Neteweyên Yekbûyî, li ser rewşa mirovî ya koçber û penaberên Sûriyê û pêşhateyên siyasî yên nû bi taybetî danûstandinên Komîteya Destûrê û pirsa bikaranîna çekên qedexekirî ye.
Li gorî zanyariyan wê mijara bikaranîna çekên qedexekirî (fosfora spî) ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve bi ser Rojavayê Kurdistanê de jî were gotûbêjkirin ku li navçeyên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê hatine bikaranîn.
Herwiha di civîna îro de, du pêşnîyazqanûn hatine pêşkeşkirin ku berdewamiya alîkariyên NY yên mirovî bo koçber û penaberên Sûriyê ne.
Di pêşniyarekê de, Rûsya dixwaze 6 mehên din bo derbasbûna 2 deriyên sînorî mohlet bê dayîn û di pêşniyara din de jî ji bo salekê û derbaskirina alîkariyan di 4 deriyên sînorî de tê xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin