PeyamaKurd - Li Amerîkayê di nav 24 saetan de êrîşê 3 deverên cuda hat kirin.
Piştî ku şeva borî li Amerîkayê du êrîşên çekdarê li eyaletên Teksas û Ohioyê pêk hatin û bi qasî 30 kes di wan êrîşan de hatin kuştin, êrîşa sêyemîn jî îro pêk hat.
Li gor zanyariyên medya Amerîkî Chicago Sun-Timesê di encama êrîşa çekdarî ya li Douglas Parkê hatiye kirin de, 7 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku kesekî çekdar ji otombîleke reş Chevrolet Camaro gule bi ser xelkê de reşandiye.
Hîn nayê zanîn bê têkiliyeke rêxistineke terorî bi vê êrîşê re heye yan na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin