PeyamaKurd - Rêxistina erkdar a Netewên Yekbûyî ya herêma Kurdistanê, ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaz kir ku, ji bo rêlibergirtina Covid-19 alîkariya wan bikin.
Li gorî nûçeya Basnewsê, Berpirsê Rêxistina erkdar a Navnetewî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî re ragihand, ji ber kêmkirina budceya kampan ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, metirsiyeke mezin a tenduristiyê li ser koçberan heye.
Dr. Dîndar Zêbarî ragihand, herçend hikûmeta Iraqê daxwaza vegera koçberan dike. Lê sala borî heta naha 150 hezar hemwelatiyên Iraqê berê xwe dane kampên herêma Kurdistanê.
Li gor heman saziya navnetewî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ku daxwaza alîkariyê ji NYyê û rêxistina navnetewî kirine. Bi taybet di warê tenduristî de, ji ber Covid-19ê metirsiyeke mezin li ser rûniştvanên wan kampan heye.
Ji ber şerê tayfeyî û êrîşên grubên terorîst nêzîkî du milyon hemwelatiyên Iraqê berê xwe dane herêma Kurdistanê, ku li gel krîza darayî û birîna beşa budceya Kurdistanê ya salên borî, bûne bargiraniyek din li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin