Rojava | 161 pêketîyên nû û 4 wefat hatin tomarkirin

Rojava | 161 pêketîyên nû û 4 wefat hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku di nav 24 saetên borî de 161 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî pê mirine.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 161 kesên bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine 34 kes li Hesekê, 79 kes li Qamişlo, 23 kes li Dêrikê, 3 kes li Dirbêsiyê, 20 kes li Reqayê û 2 kes li Tebqayê ne.

Herwiha 4 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê bi vîrûsa koronayê ketine gihîşt 10059 kesan, ya mirinan bû 378 kes û heta niha 1307 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin