PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 4 kes ji ber koronayê mirin û 69 kesên din jî pê ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Dr. Ciwan Mistefa, ragihand ku 69 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî ji ber wê nexweşiyê can dane.
Hat diyarkirin ku ji 69 pêketiyan; 5 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 4 kes li Kobanî, 32 kes li Tebqayê, 6 kes li Reqayê, 5 kes li Minbicê, 1 kes li Dêrezorê û 5 kes jî li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 saetên borî de 8 kes jî baş bûne.
Hejmara pêketinên koronayê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt 8 hezar û 24 kesan, ya mirinan bû 271 kes û 1138 kes jî baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin