Rojava | AFP: HSD amadekariya operasyona dawî dike…

Rojava | AFP: HSD amadekariya operasyona dawî dike…

PeyamaKurd – Hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê yên di bin banê HSDê de, doh ji bo dawîanîna bingehên mayî yên ‘Xîlafeta DAIŞê’ amadekariyên operasyona dawî kirin.

Li gor nûçeya Ajans France Pressê (AFP) Fermandarê Amerîkî yê Hevpeymanê General Christopher Ghika gotiye, “Erda dawî ya di destê DAIŞê de maye, ji sedî yekê erdên ‘Xîlafeta DAIŞê’ piçûktir e.”

Yek ji Berdevkên HSDê jî ji AFPê re ragihandiye, “Di pênc rojên dawî de, pêşveçûneke mezin çênebûye. Lê belê DAIŞ xelkê sivîl wekî mertal bikar tîne. Ji bo parastina ewlehiya sivîlan divê em pir bi baldarî tevbigerin.”

Rayedarê rêveberiya Kurd li Rojava Bedran Jia Kurd jî ji AFPê re gotiye, “Em li rêyekê digerin ku bi hikûmeta Şamê re çareseriyeke siyasî peyde bikin. Me bi Şamê re rêya lihevkirina siyasî hilbijart, lewra em naxwazin ji Sûriyê cuda bibin.”

Hêjayî gotinê ye, Hêzên Hevpeymanan û HSDê bi piştevaniya hewayî, bajaroka dawî ya destê DAIŞê Hecîn standine û hiştine ku cîhadiyên li gundewaran belav bûne terka herêmê bikin.

Werger – Nûçe PeyamaKurd

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin