PeyamaKurd - Endamekî civata giştî ya Gorranê ragihand ku eger YNK bixwaze bê rêkeftina siyasî parêzgariya Silêmaniyê ji Gorranê bistîne, dê aloziya siyasî çêbibe.
Tê gotin ku YNK dixwaze bi rêya encumena parêzgeha Silêmaniyê posta parêzgariyê ku niha di destê Gorranê de ye, ji Gorranê bistîne.
Li ser vê mijarê, endamê civata giştî ya Gorranê Seywan Ferec ji BasNewsê re gotiye, eger YNK posta parêzgariya Silêmaniyê dixwaze, bila parêzgariya Helebcê bide me em jî ya Silêmaniyê bidin wê.
Seywan Ferec da zanîn, 'Bo wê jî divê bi rêkeftina siyasî be. Eger wisa nebe aloziya siyasî dê çêbibe.'
Li gorî rêkeftina navbera Gorran û YNKê, du salan posta parêzgariya Silêmaniyê di destê Gorranê de dibe û du salan jî di destê YNKê de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin