Rojava | Em nizanin mebesta Trump a ‘Herêma Ewle’ çi ye?

Rojava | Em nizanin mebesta Trump a ‘Herêma Ewle’ çi ye?

PeyamaKurd - Berpirsê Peywendiyên Derve yê TEV-DEMê û Hevserokê berê yê PYDê Salih Muslim li ser avakirina herêma ewle û daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump got, ew nizanin mebesta Trump ji avakirina 'Navçeya Ewle çi ye?'.

Salih Muslim li ser daxuyaniya Trump a li ser avakirina navçeya ewle li bakurê Sûriyê ji malpera Duvarê re gotiye, "Bi rastî em nizanin pirsa navçeya ewle wê çawa be. Em weke 'Herêma Ewlekariyê' fêm dikin."

Muslim da zanîn ku dê herêma ewle ne ji aliyê Tirkiyeyê ve bê avakirin û diyar kir, "Dibe di bin banê Hevpeymaniya Navnetewî ya li dijî DAIŞê yan jî hêza Neteweyên Yekbûyî (NY) de be."

Muslim bibîr xist ku ew hê nû daxuyaniyên Amerîkayê yên li ser herêma aram dibihîzin û heta niha navbera wan de ti axaftin li ser wê mijarê nehatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin