Ji Trump bersiva rexneyên Îranê: Tiştekî nizanin, bi wan dikenim

Ji Trump bersiva rexneyên Îranê: Tiştekî nizanin, bi wan dikenim

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" got ku rêkeftina muhtemel a ku niha li gel Tehranê tê gotûbêjkirin, dê bibe peymaneke pir mezin û watedar yan jî eger daxwazên Washingtonê bi cih neyên ew ê tu peymanê îmze nekin.

Serokê Amerîkayê pêngava nû wekî berevajiya Peymana Berfireh a Çalakiyên Hevbeş (JCPOA) bi nav kir, ku di serdema serokatiya Barack Obama de hatibû îmzekirin.

Trump ew peymana berê wekî "karesat" pênase kir ku rêyeke rasterast û vekirî ji bo gihîştina Îranê ya bi çekên atomî amade kiriye.

Donald Trump bi tundî rexne li siyasetmedarên Demokrat û endamên Partiya Komarparêz ên ku daxwazên wî yên dîplomatîk rexne dikin kir.

Trump diyar kir ku ev kesên han li ser mijarên ku hîn nehatine gotûbêjkirin qirf û lomeyan dikin û got: "Ez bi wan kesên ku li ser peymana min a li gel Îranê diaxivin lê tu tiştî jê fam nakin, tenê dikenim."

Trump navên hinek senator û kongresmanên mîna Thom Tillis, Bill Cassidy û Thomas Massie wekî "kesên lawaz û bêbandor" anî ziman û tekez kir ku ev siyasetmedarên han tenê dibine sedema perçebûn û windahiyan li welat, loma divê herin malên xwe û bêhnê bidin.