Rêwaz Fayîq: Sibê her sê Serokatî li ser qutkirina butçeyê dicivin

Rêwaz Fayîq: Sibê her sê Serokatî li ser qutkirina butçeyê dicivin

PeyamaKurd –  Li ser qutkirina butceya Kurdistanê ji aliyê Parlamentoya Hikûmeta Fedaral a Iraqê, Seroka Parlamentoya Kurdistanê axivî û got, her sê Serokatiyên Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî, sibê li ser mijara qutkirina budçeya Herêma Kurdistanê dicivin.

Li gor Seroka Parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq îro di civîneke rojnamevanî de da zanîn, divê qanûna ku ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hatiye derxistin bê nirxandin, loma Serokatiya Parlamentoyê, Serokatiya Hikûmetê û Serokatiya Herêmê, dê li ser wê mijarê bicivin.

Rêwaz Fayîq destnîşan kir, civîna her sê Serokatiyan, dê sibê were kirin û got, em ê di civînê de rewşa ku hatiye pêş binirxînin, da ku em bizanin divê em çi bikin.

Seroka Parlementoya Kurdistanê anî ziman, êdî ew qanûn hatiye pesendkirin, ji ber wê jî divê Herêma Kurdistanê li gorî wê hesabên xwe bike. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin