Rojava | Malbatên şervanên dîl li 5 deveran xwepêşandan kir

Rojava | Malbatên şervanên dîl li 5 deveran xwepêşandan kir

PeyamaKurd - Li 5 bajarên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo serbestberdana şervanên ku di destê hikûmeta demkî de ne xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin. Malbatên girtiyan û xelkê herêmê bi yek dengî daxwaz kirin ku zarokên wan yekser werin berdan.

Li 5 bajaran banga azadiyê

Xwepêşandan li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hisîça û Dêrikê bi beşdariya bi sedan kesan hatin lidarxistin. Welatiyan li qadên sembolîk ên wekî Qada Şehîdan, Qada Jina Azad, Qada Kevokê û Qada Azadî li hev civiyan û nerazîbûna xwe li dijî girtina şervanên ku ji destpêka meha meha Çileyê hatine girtin nîşan dan.

Beşdaran daxwaz kir ku hikûmeta demkî dawî li vê rewşê bîne û hemû dîlgirtî bêyî derengî vegerin nav malbatên xwe.