PeyamaKurd – Pîremêrê 131 salî yê bi navê Mistefa Mihemed Hemîd ku wekî Şêx Misto Ebû Mezyûn dihat naskirin, îro 14ê Kanûnê li navçeya Silûk a bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê koça dawî kir.
Li gorî zanyariyên çavkaniyên medya Rojavayê Kurdistanê, Şêx Misto ji eşîra Neîm a Ereban e û sala 1891an de hatiye dinê. Piştre ji gundê Şeibê yê navçeya Silûkê derketiye û li nêzî gundê Reqbê (19 km li rojhilatê navçeya Silûkê) bicih bûye.
Şêx Misto sala 2018an berî ku bajarê Girê Spî ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve bê dagirkirin, di hevpeyvînekê de gotiye; ew li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê diman û di serdema Cemal Paşa de Osmaniyan ew sirgun kirine û wan jî bi malbatî berê xwe dane gundê Şeibê yê rojhilatê navçeya Silûkê û li wir bicih bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin