PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, hêzên Tirkiyê îro Yekşemê santrala elektrîkê û bajarokên Til Temir û Zirgan ên dikevin bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin.
Çavkaniyaê xwecihê dane xuyakirin ku îro 22yê Gulanê hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê santrala elektrîka bajarokê Til Temir û gundên Derdare, Til Şenan, Til Cimia, Ayêbiş û gundên Til el-Werd û Xirbt Şeyîr li bajarokê Zirgan ên bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirin.
Derbarê ziyanên canî yên topbarana ku ji danê sibehê ve dewam dike de, agahiyên zelal hîn nehatiye bidestxistin.
Hêjayî gotinê ye, li gorî çavkaniyên herêmê bi taybet di çend rojên dawî de, piştî eşkerekirina projeya bicihkirina milyonek penaber li nav Sûriye û sînorên Rojavayê Kurdistanê, topbaranên hêzên Tirkiyê jî zêde bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin