PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê li ser pêla dawî ya binçavkirinan ji aliyê hêzên Îranê ve, xelkê nerazîbûn nîşan da û grev dane destpêkirin.
Îro Sêşemê 13ê Hezîranê bi taybet li bajarê Seqiz û çend deverên din, dikandaran dikanên xwe daxistin û ji bo protestokirina pêla binçavkirinan bazarên bajêr jî hatin daxistin.
Xelkê bajarê Seqizê beriya grevê bangewaziyek belav kiribû û dabûn zanîn, “ji bo nîşandana nerizayetiyê derheq girtina malbatên şehîdên Sine, Dîwandere û Dêwolanê û tekezîkirina rejîmê derheq daxistina goristana Ayçiyê û rêgirîkirina çûna xelkê bo ser gorên şehîdan, em roja Sêşemî mangirtina giştî radigihînin”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin