PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro ji bo cejnê serdana bajarokê Rûbarokê yê navçeya Şemzînanah a Colemêrgê kir.
Soylu ligel Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Arîf Çetîn çû cejna welatiyan û paşê çû cem malbata xortê bi navê Vedat Ekincî ku çend roj berê li ser sînor ji aliyê cendirmeyan ve hatibû kuştin.
Waliyê Colemêrgê Îdrîs Akbiyik, Parlamenterê AK Partî yê Colemêrgê Husret Dînç Fermandarê Qolordiya Asayîşê ya Wanê Tumgeneral Hacî Îlbaş, Rêvebirê Ewlekariya Colemêrgê Suleyman Suvat Dîlberoglu û çend fermandarên din ligel Soylu serdana malbata Ekincî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin