Almanya: "Divê Îran hêzên xwe ji Sûriyê vekisîne"

Almanya: "Divê Îran hêzên xwe ji Sûriyê vekisîne"

PeyamaKurd – Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ragihand ku ew navçeyeke hêzên Îranê lê tune dixwazin. Merkelê herwiha diyar kir ku ew bi Îsraîlê re li ser rêgirtina li ber bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve mitabiq in.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu piştî pêkanîna civîna li Ofîsa Serokwezîriyê ya li Quds a Rojava civîneke hevbeş ya çapemeniyê li dar xistin. Merkel tekez kir ku ew navçeyeke hêzên Îranê lê tune dixwazin. Herwiha Serokwezîra Almanî diyar kir ku ew bi Îsraîlê re li ser rêgirtina li ber bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve mitabiq in.

Merkel, da zanîn ku ew ê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re jî derbarê hebûna Îranê li Sûriyeyê de axivîye û ew navçeyeke ku hêzên Îranî lê tune dixwazin. Ji ber vê yekê divê Îran hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin