PeyamaKurd - Hate ragihandin ku piştî êrîşên Amerîka û Îsraîl li ser hêzên rêjîma Îranê, beşek ji paşmayên wan hêzan li mizgeft û cihên giştî de bicih bûne.
Yek ji wan taxan jî taxa “Tekiye û Çemen” a bajarê Sinê yê Rojhilatê Kurdistanê ye ku pasdarên Îranê di Mizgefta Bêiset de xwe veşartibûn.
Çavkaniyên herêmê ragihandine ku xelkê taxê bi sedema fikarên bo hebûna wan hêzan ew ji mizgeftê qewirandine û derxistine. Li gorî zanyariyan, xelkê taxê bi berxwedaneke tund ew ji mizgeftê derxistin.
Herwiha hate diyarkirin ku hêzên Îranê ji bo ji êrîşan xwe biparêzin deverên sivîl ên wekî mizgeft û taxan wekî mertalên zindî bikar tînin.