PeyamaKurd – Nûçeya medya PKKê ya di derbarê rojnamevana Hollandî Frederike Geerding de hat belavkirin, derew derket. Rojnamevana Hollandî da zanîn: “Êdî nûçeyên derew çênekin.Vê nûçeya derew rakin. Car din jî nûçeyên derew neweşînin.”
Medya PKKê nûçeyek derew di derbarê PDKê de belav kir. Rojnemevana Hollandî di Twittera xwe de ragihand û got, medya PKKê derew kiriye.
Li gor Medya PKKê di nûçeya xwe de îdia kirîbû, rojnemevana Hollandî Frederike Geerding ji aliyê PDKê ve hatiye girtin û sirûdên Tirkî jê re lê dane û ew mecbûr kirine guh bide van sirûda.
Rojnamevana Hollandî nûçeya derew a Ajansa Mezopotmaya wergirt û eşkere kir, kesekî min mecbûr nekiriye ku guh bidim sirûdên Tirkî û got: “Rewşek bi vî awayî nehatiye jiyandin. Êdî nûçeyên derew çênekin.Vê nûçeya derew rakin. Car din jî nûçeyên derew neweşînin.”
Piştî berteka Rojnamevana Hollandî, MA nûçeya derew rakir û bi vî awayî dijminahiya medya PKKê ya li dijî KDPê ku li derveyî seheyê dimeşîne ji aliyê wê rojnamevanê hat îfşakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin