PeyamaKurd - Nûnerê Rosnefta Rûsî yê li Herêma Kurdistanê ligel berpirsên îdareya parêzgeha Duhokê civiya.
Civîna berpirsê Rosneftê ligel rayedarên parêzgeha Duhokê ji bo gotûbêjkirina destbikarbûna wê şirketa petrolê li bîrên petrolê yên wê parêzgehê ye.
Biryar e di meha bê de, şirketa Rosneft li sê bîrên petrolê yên parêzgeha Duhokê dest bi kar bike û tê pêşbînîkirin ku rojane 180 hezar bermîlên neftê berhem hilberîne.
Cîgirê Parêzgarê Duhokê, Behzad Elî Adem ku beşdarî civîna bi nûnerê Rosneftê re bûye ragihand, wan ligel nûnerê şerîkeya Rosneftê behsa rêkarên îdarî kirine, biryar e di çend rojên bihê de kampên xwe li wan cihên ku kar têde bikin, danin.
Behzad Elî Adem got, kompaniya Rûsî ya Rosneft dê li sê cihan kar bike, ew jî navçeya Batlî li qezaya Sêmêl, devera Zawîte li sînorê qezaya navendî ya Duhokê û navçeya Sersing û Çemankê li qezaya Amêdiyê ne.
Yekemîn cihê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrolê jê berhem anî, zeviya Tawkê li qezaya Zaxo bû.
Li gor gotina cîgirê parêzgarê Duhokê niha 5 şerîkê neftê li sînorê parêzgeha Duhokê kar dikin, ew jî şerîkeyên DNO, ExxonMobil, Gulf Keyston, HKN û şerîka Kar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin