PeyamaKurd - Civîna yekem ya herdu şandên hikûmet û muxalefata Sûriyê û şanda civaka sivîl ya Komîteya Nivîsîna Destûra Sûriyê li Cenevreyê bidawî hat. Di komîteya 45 kesî ku ji bo nivîsandina destûrê hatiye destnîşankirin de jî bi tenê Kurdek heye.
Her sê aliyan komîteyeke 45 kesî bo nivîsandina destûrê pêk anîn ku dê roja Dûşema civînên vê komîteyê destpê bikin. Di civîna roja derbasbûyî de, her sê alî li ser prensîb û reftarên danûstandinên li hev kirin, ji ber ku di roja yekem de, şerekî devkî di navbera wan de derketibû.
Li Cenevreyê danûstandin berdewam in, dê roja dûşema bê komîteya biçûk ya nivîsandina destûra bê ya Sûriyê bicivin. Biryar hate dayîn ku pirsên siyasî di civînan de neyên behskirin û tenê li ser pirsên yasayî û destûrî dest bi danûstandinê bikin.
‘Bi dirêjahiya dû rojên borî de gelek civîn hatin kirin’
Şandiyê Netewên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen got, “Bi dirêjahiya dû rojên borî de gelek civîn hatin kirin. Piştî 8 sal û nîvan ji milmilaniya Sûriyê û nakokiyên kûr di navbera aliyan de em dibînin ku niha 150 sûrî bi hev re rûniştine û rêz li hev digirin û li gor ajandaya ku berê me li ser li hev kiribû daxivin û danûstandinê dikin.”
‘Dûşemê dê danûstandin destpê bikin’
Pedersen herwiha diyar kir, “Ez bi wan 150 endamên komîteya destûrê matmayî mam, li vir tekezî li ser rastiyekê dikin, ku ev prose sûrî ye û ji aliyê sûryan ve tê birêvebirin û xwediyê wê jî sûrî ne,me lihev kir roja dûşema bû bicivin. Di derbarê destûr de em axivîn û herweha weke min got jî, roja dûşemê dê danûstandin destpê bikin, derbarê komîteya biçûk jî li ser 45 endaman me li hev kir.”
Şandiyê Netewên Yekbûyî di bersiva pirseke nûçegihanê Rûdawê de ragihand, danûstandin tenê li ser destûrê bûne.
Serokê Şanda Hikûmeta Sûriyê, Ehmed Kizberî jî ragihand, “Danûstandin derbarê nerînên cuda yên her sê aliyên taybet bi nivîsandina destûra Sûriyê hatin kirin. Li ser pêkanîna komîteya biçûk ya 45 endamî me li hev kir û roja dûşemê em ê bicivin. Dê hefteyekê li vir bicivin û piştre bo dema du hefteyan emê li Şamê bin, bi giştî etmosfereke baş bû.”
Kizberî tekez kir, ku tenê ew ên nêrînên wan li ser prensîpên niştîmanî yên sûrî nêzîkî wan in, dê werin pêşwazîkirin, û ew ên ku dûrî wan prensîban in, bi wan re nacivin.
Ehmed Kizberî herwiha gotinên xwe berdewam kirin û got, “Em hêvîdar im civîn berdewam bin, lê asta cidîbûna civînan awayê kar diyar dike, lê her aliyek ku nerînên wî ji presnîpên me nêzîk bin, em ê wî hembêz bikin, lê her kesek ji prensîbên me yên niştîmanî dûr be, bi guman ligel wî na axivin û bi wî re jî nacivin.”
Serokê Şanda Muxalefeta Sûriyê Hadî Behra jî axivî û got, “Me yekem civîna taybet bi komîteya berfireh ya nivîsandina destûr bi tevaya 150 endaman bidawî anî û civîn bi giştî erênî bû, hemû endaman nerînên xwe derbarê destûra bê ya Sûriyê gotin.”
Di derbarê daxuyaniya Esed ku gotibû ew pabendî civînên Cinêvê nabin, Behra got, “Karê komîteyê li gor biryara Netewên Yekbûyî û bi razîbûna hikûmeta Sûriyê ye.”
'Di komîteya destûrê de tenê kesekî Kurd cih digire'
Her çende herdu alî dibêjin, ku etmosfereke baş bo danûstandinan heye, lê tevî vê yekê jî, heta niha nayê zanîn siberoja komîteya nivîsandina destûr bi çi arasteyekê ve diçe.
Herwiha komîteyeke 45 kesî bo nivîsandina destûrê hatiye pêkanîn lêbelê di wê komîteyê de tenê kesekî Kurd cih digire ku ew jî Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Kamûran Haco ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin