Kati Pîrî: Di dorê de Stenbol û Enqere heye?

Kati Pîrî: Di dorê de Stenbol û Enqere heye?

PeyamaKurd - Raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Katî Pîrî, li ser tayînkirina qeyûman bo 3 şaredariyên bajarên mezin ên HDPê yên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê bertek nîşan da. Pîrî pirs kir: "Di dorê de şaredariyên Enqere û Stenbolê hene?"

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Katî Pîrî, li ser hesabê xwe yê twitterê li ser parvekirina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ya bo tayînkirina qeyûman wiha nivîsand:

"Şaredarê Stenbolê ji kar avêtina şaredarên kurd ên Amed, Mêrdîn û Wanê rexne kir. Li gorî min hemû şaredarên ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, her çiqas bi wêrekî nikaribin nêrînên xwe bînin ziman jî bi heman rengî difikirin. Şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê 5 meh piştî hilbijartina xwe bi hinceta ku têkiliya wan bi terorê re heye ji kar tên dûrxistin. Qet hurmetê nîşanî tercîha gel nadin. Di dorê de çi heye? Ji kar xistina şaredarên Stenbol û Enqereyê heye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin